ERDOGAN CAREKE DIN GEF LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ XWAR

Piştî bidawîbûna civîna Sêalî navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de, kongreyeke çapemeniyê hat lidarxistin.
Erdogan careke din gefên xwe dubare kir û got:Heger di nava du heftiyan de em li gel Amerîkayê negihejin ti rêkeftinekê, em ê plana xwe bicih bikin.

Civîna sêalî ya di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî de, li paytexta Tirkiyê Enqereyê hat lidarxistin.

Piştî civînê hersê serokan kongreyeke çapemeniyê li dar xistin.

Erdogan careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar û got:

Eger di nava du heftiyan de em li gel Amerîkayê negihejin ti rêkevtinekê, em plana xwe bicih dikin.

Her wiha Erdogan projeya guhertina demgorafîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi rêya şandina penaberên Sûriyê dîsa dubare kir.

PUTIN: EM Ê DI PIŞTGIRYA RÊJÎMÊ DE BERDEWAM BIN

Di kongreyê de serokê Rûsyayê Viladîmir Putin jî diyar kir ku ” tevliheviya çeteyan li Îdlibê cihê fikarê ye”.

Putin tekez kir ku ”herêmên ”Bêçek” wê weke stargeh ji terorîstan re nemînin.

ROHANÎ: TEROR LI IDLIBÊ BI DAWÎ NEBÛYE

Ji aliyê xwe ve seokê Îranê Hesen Rohanî mixabiniya xwe ji ber têkçûna herêma ”Bêçek” destnîşan kir û got:

Ji bilî çareseriya siyasî ti çareserî ji bo Sûriyê ne pêkan e.

Terora li Idlibê divê bidawî bibe, ji ber ku rêjeya wê li Idlibê bilindtir bûye.

Leave a Reply

Back to top button