Darbeya siyasî ya li dijî vîna gel li Bakurê Kurdistanê didome.
Piştî dagirkirina şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn hikumeta AKP’ê li Navçeya Pasûr a Amedê qeyûm erkdarkirin.
Li nêzî gundê Agaçkorûr a Pasûra Amedê 12’ê Îlonê teqînek rû da.
Di encama vê teqînê de 7 kes mirin û 10 jî birîndar bûn.
Piştî vê teqînê Hevşaredarên Navçeya Pasûrê yên HDP’î Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di nav de 5 kesên din hatin girtin.
Hikumeta AKP’ê pişt girtina hevşaredaran, qeyûmê bi navê Mûstafa Gozlet li şaredariya Pasûrê erkdar kir.