HPG’Ê: EGER DIXWAZIN ZAROKÊN XWE BI SAXÎ BIBÎNIN, BILA HESAB JI RÊJÎMA AKP-MHP’Ê BIPIRSIN

Fermandarê HPG’ê Mahir Denîz rûniştina malbatên hêzên Tirk ên êsîr li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê bi bê kêr bi nav kir.
Dezîn bang li wan malbatan kir ku nekevin xefikê û polîtîkaya Erdogan bibînin.
Fermandar Mahir Denîz diyar kir ku eger malbat dixwazin zarokên xwe bibînin divê hesab ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin.

Ji Fermandarên HPG’ê Mahîr Denîz rûniştina malbatên hêzên Tirk ên êsîr li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê, her wiha nêzîkatiya hikumeta AKP-MHP’ê ya li rewşa êsîran nirxand.

Fermandar Mahir Denîz bi bîr xist ku polîs, leşker û endamên MÎT’ê 5 sal in li gel wan girtîne û got:

Lê dewlet û raya giştî ya Tirk mîna ku ev polîs, leşker û endamên MÎT’ê nînin tevdigerin, ji nedîtî ve tên.

Kesek li wan napirse.

Fermandar Mahir Denîz destnîşan kir ku rûniştina malbatên leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê bê kêr e û got:

Yên ku ev leşker girtin em in, aliyekî vî şerî jî em in, lewma mûxatab jî em in.

Eger malbatên girtiyên di destê me de dixwazin zarokên xwe rojekê bi saxî û selametî bibînin hingî bila ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin, ji Erdogan bipirsin ku ji bo vegerandina zarokên wan çi dikin.

Niha jî êşa malbatan ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar tîne.

Mahir Dezin bang li wan malbatan kir ku nekevin xefikê û polîtîkaya Erdogan bibînin.

Fermandarê HPG’ê Mahir Denîz bi vê hişyariyê bi dawî kir:

Em bi rengekî eşkere dibêjin: Eger tiştek bi serê girtiyan were, berpirsyar rejîma Erdogan, AKP-MHP’ê ye.

Ew malbat divê beriya her tiştî ji AKP-MHP’ê, ji Erdogan re bêjin, ‘hûn çima dixwazin zarokên me bikujin, ‘ Ji ber ku ev rejîm hewl dide wan bikuje.

Leave a Reply

Back to top button