SERDANA ŞANDEYA BIRÎTANÎ ŞANDE BI RÊVEBE RIYA XWESER RE CIVIYA

Şandeyeke birîtanî ji partiyên karker û muhfezkar û hejmareke lêkolîner, li bakur û Rojhilatê Sûrî ye.. Şandeyê û Rêveberiya xweser, herî zêde, mijara çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan, her wiha girîgniya beşdarbûna pêkhateyên vê herêmê di pêvajoya siyasî de û rewşa Efîrnê nîqaş kirin.. Rêveberiyê ragihand ku, pêwîst e, malbatên DAIŞ’ê vegerin welatê xwe û tevlî civakên xwe bibin.. Her wiha destnîşan kir ku, divê dadgeheke navdewletî li herêmê were avakirin.

Şandeyeke Birîtanî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Partiyên Karker û Muhz fekar ên di perlemantoya Birîtaniyayê de cihê xwe digirin û hejmarek lêkolînerên Birîtanî li Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser, re civiyan..

Piştî civînê, kongreyeke çapemeniyê yê hevbeş pêk hat.

Ev partî, ji mezintirîn partiyên Birîtaniyayê ne..

Ji salên 90’î de, endamên wan cihê xwe di perlemana vî welatî de digirin..

Heman şande lê bi hejmareke biçûk beriya nêzî sal û nîvekê serdana Rêveberiya Xweser kiriye..

Rêveberiya Xweser di kongreyê çapmeniyê de ragihand ku, wan têkildarî mijarên girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan, girîngiya beşdarbûna Rêveberiyê di prosesa siyasî û binpêkirinên li Efrînê, bi şandeyê re gotûbêj kirine..

Leave a Reply

Back to top button