HIKMET HEBÎB: TIRKIYE, RÛSYA Û ÎRAN HEWL DIDIN SÛRIYÊ PARÇE BIKIN

Cîgirê serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb destnîşan kir ku “dewletên garantor” dixwazin Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe parçe bikin.

 

Hikmet Hebîb, diyar kir ku her çiqas Rûsya, Tirkiye û Îranê di civîna sêalî de bêjin ew li dijî parçebûna axa Sûriyêne.

Lê di rastî de ev dewlet dixwazin Sûriyê li gor berjewendiyên xwe parçe bikin.

Niha Rûsya, Îran û Tirkiyê xwe li ser axa Sûriyê bi cih kirine û li gorî berjewandiyên xwe tevdigerin.

Dewleta tirk li ber çavê cîhanê guhartina demografîk dide meşandin û bi hincetên vala gefan li Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.

Hebîb destnîşan kir ku tevî lihevkirinê ku der barê “herêma parastina sînor” de çêbûye jî lê dewleta Tirk hewl dide armancên xwe yên Osmaniya nû pêk bîne.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew hewl didin kongreyek netewî ya Sûriyê li dar bixin da ku ew komîte bikare be destura nû ya sûrî ava bike.

Leave a Reply

Back to top button