ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: 10 ALÎGIRÊN ÎRANÊ HATIN KUŞTIN

Piştî êrîşa 9’ê Îlonê ya li dijî baregehên hêzên Îran li Dêra Zorê, şevê din careke din komên Îranê li ser sînorê Iraq û Sûriyê rastî derbeyên asmanî hatin.

 

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand ku şevê din êrîş li dijî hêzên Îranê li herêma Hirî li gundewarê Bûkimalê yê Dêra Zorê pêk hat.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov di encamê êrîşê de 10 alîgirên Îranê hatin kuştin.

Her wiha baregeh û ambarên çekan ên Îranê jî di encamê de hatin rûxandin.

Di 9’ê vê mehê de jî balafirên şer ên Israîlê baregeh û ambarên hêzên Îranê li heman herêmê kiribûn armanc.

Di encam de 18 leşker û alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

Beriya çend rojan Serokwezîrê Israîlê Rûsya li ser hebûna Îranê li Sûriyê agahdar kiribû.

Binyamîn Netinyahu gotibû:

Hebûna Îranê li Sûriyê gef e û nayê qebûlkirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button