MECLISA MAFÊN MIROV: HERÊMA ”BÊÇEK” BÛYE QADA ŞER

Têkildarî binketina lihevkirina ”herêma bêçek” li Idlibê, Meclisa Mafên Mirov ragihand ku ev herêm veguherî qada şer.

 

Komîteya lêpirsînê ya Meclisa Mafên Mirov têkildarî rewşa Sûriyê diyar kir ku operasyonên hêzên rejîmê yên li Idlibê bûn sedema koçberbûna bi milyonan sivîlan.

Her wiha destnîşan kir ku rewşa koçberan ne baş e û li çolan radizin.

Komîteyê da xuyakirin ku topavêja çeteyên dewleta Tirk a bêserûber jî dibe sedema kuştina bi dehan sivîl.

Di 11’ê vê mehê de, têkildarî rewşa şerê li Sûriyê NY jî raporek amade kiribû.

NY di rapora xwe de tekez kiribû ku êrîşên rejîma Sûrî û Rûsyayê yên li Bakur-Rojavayî Sûriyê ”Sûcên Şer in ”

Ji 30`ê Nîsana derbasbûyî ve li hêrêmên qaşo bêçek şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk û Rûsyayê de dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button