BINPÊKIRINÊN DAGIRKERIYA TIRK LI EFRÎNÊ BÛN ROJEVA RÛNIŞTINA MECLISA MAFÊN MIROV A ”NY”

Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hê jî li Efrînê didomînin rojeva Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê bû.
Di rûniştinê de hat tekezkirin ku asta herî bilind ji binpêkirinnên dermirovî îro roj li Efrînê bi destên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tên.
Her wiha bang hat kirin ku li dijî kirinên dewleta Tirk divê NY ji bêdengiya xwe derkeve û bi erka xwe rabe.

Binpêkirinê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bû rojeva 42emîn Rûniştina Mecilsa Mafê Mirovan a NY’yê ya li Cinêvê.

Di rûniştinan de li ser navê saziya civaka sivîl a bi navê African Agency for Integrated Development Thoreau Redcrow axivî.

AAID: DIVÊ ”NY” BI ERKA XWE YA MIROVÎ RABE

Redcrow diyar kir ku divê NY li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkeve û got:

Efrîn hê jî dibin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê de ye.

Parastina mafê mirovan erkekî exlaqî ya ”NY” ye

Bêdengiya civaka navnetewî ya li dijî vê dagirkeriyê nayê qebûlkirin.

Îro roj bêdengiya navdewletî rê li pêşiya zext û binpêkirinê dewleta Tirk a dagirker vekiriye.

AAID: GUHERTINA DEMOGRAFÎK BI AWAYEKÎ BIPLAN LI EFRÎNÊ PÊK TÊ

Redcrow bal kişande ser guhertina demografîk ku bi awayekî bi plan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin û tewkz kir ku ji bo li derdora bajêr dîwar lê bikin tax tên hilweşandin.

Redcrow got: Li Efrînê paqijiya Etnîkî tê meşandin.

AAID: LI EFRÎNÊ PAQIJIYA ETNÎKÎ TÊ MEŞANDIN

Di 11’ê vê mehê de jî Têkilarî binpêkiriinê dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê NY raporek amade kir.

NY di rapora xwe de binpêkirin û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê belge kiribûn û tekez kir ku li Efrînê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin, Sûcên Şer in.

 

 

Leave a Reply

Back to top button