KOMÊN ÇETE TAXÊN ROJAVAYÊ BAJARÊ HELEBÊ TOPBARAN KIRIN

Piştî komên çete ji herêma bêçek derneketin şerên dijwar rû didin.

Her wiha çekdarên opozisyonê taxên rojavayî bajarê Helebê jî kirin armanca fûzeyên xwe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî bi dijwarî herêma Kefer Hemra a li bakur-rojavayî Helebê dikeve topbaran kir.

Di heman demê de jî, çekdarên opozisyonê taxên rojavayî bajarê Helebê kirin hedefa fûzeyên xwe.

Hat zanîn ku taxên mîna û hin taxên din ji aliyê çeteyan ve hatin topbarankirin.

Di encamê de jî 10 kes birîndar bûn.

Di heman çarçoveyê de, herêma Mûrk û Lehaya ên li rojhilatê Hemayê dikevin, rastî topbarana hêzên rêjîmê hatin.

Her wiha hêzên rêjîmê herêmên Sehil Xab û Cebel Ekrad bi dijwarî dan ber topan.

Leave a Reply

Back to top button