SERDANA NAVENDA MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK LI EYN ÎSAYÊ KIR

Piştî Rêveberiya Xweser, Şandeya Birîtanî serdana navenda Meclisa Sûriyê Demokratîk-MSD li Eyn Îsayê kir.

Şande ji aliyê Herseroka MSD’ê Emîna Omer û endamên MSD’ê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de projeya rêveberiya xweser her wiha avakirina dadgeha navdewletî li bakur û rojhilatê sûrî ji bo darizandin çeteyên DAIŞ’ê hat nîqaş kirin.

Herseroka MSD’ê Emîna Omer axivî û diyar kir ku projeya rêveberiya xweser ji bo çareseriya aloziyê ya herî goncawe û wiha got:

Ji ber ku projeya rêveberiya xweser hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de digire û mafên wan diparêz e.

Lê ya ku karê me asteng dike gefên dewleta Tirk yê domdar li ser herêmê ye .

Emîna Omer îşareta bi xeteriya girtiyên DAIŞ’ê kir û teqezî li ser avakirina dageheke navdewletî li bakur û rojhilatê sûrî kir.

Şandeya Birîtanî jî armanca serdana xwe eşker kir ku ew ê piştgiriya xwe ji herêmên bakur û rojhilatê sûrî re dewam bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button