LI KOBANÊ 40 MALBATÊN BAJAROKÊ ŞIYÛXA JÊRÎN VEGERIYAN WARÊ XWE

40 malbatên bajaroka Şiyûxa Jêrîn a rojavayê Kobanê ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê koçber bibûn vegeriyan malên xwe.

 

Ev malbat di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser kantona Kobanê koçî herêmên di bin serweriya komên çeteyên dagirkeriya Tirk de wekî Cerablus û Babê û deverên din bûbûn.

Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Kobanê ji bo vegera niştecihên bajarokê yên xwestin vegerin warê xwe di 9’ê Îlonê de civîneke li dar xistibû.

Di civînê de biryara hate standin ku malbatên ku têkiliyên wan bi komên çete re tune ne û sûc nekirine dikarin vegerin malên xwe.

Tê payîn ku rewşa malbatên din ên koçber bûne jî wê were lêkolînkirin da ku vegerin warê xwe.

 

 

Leave a Reply

Back to top button