”TENÊ LI GORA KOMÎ YA TELAYÊ 730 CENAZE HATINE DERXISTIN”

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, li vî bajarî her ku diçe kiryarên hov ên DAÎŞ’ê der heqê sivîlan de derdikevin holê.
Berpirsê Tîma Hewariyê yê bajarê Reqayê Yars Hemîs ku kar û xebatên der barên gorên komî yên kokujiyên ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê pêk hatibûn de dixebite axivî.
Hemîs diyar kir ku heta niha Tîma Hewariyê 5 hezar û 250 cenaze ji van goran derxistine.
”HETAN NIHA 5 HEZAR Û 250 CENAZE HATINE DERXISTIN”

Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê sala 2018’an û bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê bajarê Reqayê yê ku çeteyên DAIŞ’ê weke paytexta xwe binav kiribûn rizgar kir.

Piştî rizgarkirina vî bajarî her ku çû kiryarên hov ên DAÎŞ’ê derketin holê.

DAÎŞ’ê ji bo sepandina xelafeta û desthilata xwe li vî bajarî bi hezaran welatiyên sivîl kuştin û avêtin gorên komî.

Berpirsê Tîma Hewariyê yê bajarê Reqayê Yars Hemîs derbarê karê Tîmê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Hemîs anî ziman ku gorên komî yên li herêmê li ser çar beşan hatine dabeşkirin, û heta niha Tîma Hewariyê 5 hezar û 250 cenaze ji van goran derxistine.

Hemîs destnîşan kir ku piranîya wa jin û zarok in.

”TENÊ LI GORA KOMÎ YA TELAYÊ 730 CENAZE HATINE DERXISTIN”

Yars Hemîs destnîşan kir ku wan tenê li gora komî ya Telaye 730 cenaze derxistine.

Hemîs da zanîn ku cenazeyên ji nava goran derdixin, ji aliyê doxtoran ve tên lêkolînkirin û li beşên taybet tên tomarkirin.

Herweha cenazeyên ku nasnameya wan diyar dibe radestî malbatên wan tên kirin.

Berpirsê Tîma Hewariyê yê bajarê Reqayê Yars Hemîs tekez kir ku heta niha wan 780 cenaze radestî malbatên wan kirine.

Tevî ku heta niha bi dehan belgeyên sûcên mirovahiyê yên DAÎŞ’ê ku li Sûriye û Iraqê kirine derketine holê, lê heta niha di asta navneteweyî de ti lêkolîneke rast û dirust ji bo sûcên DAÎŞ’ê nehatiye kirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button