ŞANDEYA BIRÎTANÎ BI FERMANDARÊN QSD’Ê RE CIVIYA

Şandeya Birîanî, serdana Navenda QSD’ê kir û bi fermandarên wê re civiya..
Şandeyê destnîşan kir ku divê civaka navdewletî li hemberî gefên Dewleta Tirk hişyar be û komkujiyên wê yên li dijî Kurdan rawestîne.
Her wiha teqez kir ku, divê hebûna QSD’ê di siberoja Sûriyê de were prastin.
Ji ber van hêzan qurabniyên mezin daye.

 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed û berpirsa têkiliyên YPJ’ê Nesrîn Ebdulah, pêşwaziya şandeya Birîtanî ya ji 13 kesên ji perlemanto, Sandîke û Ragihandinê pêk tê, li navenda QSD’ê pêşwazî kirin..

Şandeyê teqezî li ser rola QSD’ê bi giştî û ya YPJ’ê bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ’ê ya ku li ser aramî û aştiya Cîhanê gefek bû kir û desntîşan kir ku, van hêzan mirovahî parastin..

 

SEKRETERÊ NAVDEWLETÎ YÊ YEKÎTIYA SENDÎKAYAN SIMON DOBBINS:
YPG, YPJ Û QSD MIROVAHÎ PARASTIN

“Girêdayî nerîna min weke yekîtiya sendîkayan, em dixwazin hemû alîkarî, piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin..
Texmîn dikim ku, tevahiya Cîhanê dizane bê YPJ, YPG û QSD’ê xizmeteke mezin di warê şerê DAIŞ’ê de û xelaskirina wan pêşkêşî mirovahiyê kiriye.
Wan ne tenê şerê DAIŞ’ê kir, lê belê hewl da,ber bi gavek cuda ve biçe”.

ŞANDEYA BIRÎTANÎ: DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ GEFÊN DEWLETA TIRK RAWESTÎNE

Di hevdîtina xwe li gel ragihandina QSD’ê destnîşan kir ku, divê civaka navdewletî li hemberî gef û komkujiyên TIrkiyê li dijî Kurdan şiyar be û wê rasetîne.

“Tişta me dilgiran dike, dijminatiya Tirkiyê ye.
Texmîn dikim ku Tirkiyê rêkeftineke mezin ji bo lihevkirina bi QSD’ê ji bo erêkirina herêma ewle amade kir.
Da ku were teqezkirin, ti êrîş çênabe.
Lê diyar e berovajî wê, gefên xwe yên êrîş û dagirkirina herêmê mîna Efrînê didomîne..
Tişta em dixwazin ku civaka navdewletî pêştgiriyek bêhtir bike.
Em bang li Hikûmetên Ewropa û Cîhanê dikin ku, zextê li Tirkiyê bikin ku gefên xwe rawestîne û ji Efîrnê vekişe.
Gef û Komkujiyên xwe li dijî gelê Kurd rawestîne”.

ŞANDEYA BIRÎTANÎ: DIVÊ BIRÎTANIYA PIŞTGIRIYA HEBÛNA QSD’Ê DI SIBEROJA SÛRIYÊ DE BIKE

Her wiha teqez kir, ji ber ku QSD’ê gelek qurbanî daye, divê hebûna wê were parastin û biryara wê di siberoja Sûriyê de hebe..

Di vî warî de divê Hikûmeta Birîtanya piştgiriya wan bike.

“Em dixwazin Qirliyeta Yekbûyî piştgiriyeke giştî ji van hêzan re bike.
Em dibêjin divê Hikûmeta Birîtaniya piştgiriyeke bêhtir di vê çarçoveyê de bike.
Carnan di serê me de çêdibe, gelo dibe piştî ewqas şer û berî piştgiriya wan û jinûveavakirinê, dev ji wan berdin!
Tişta herî girîng ku dixwazim bêjim ew e ku em nikarin tenê temaşe bikin û divê Tirkiyê van metirisyên di vî warî de fêm bike.
Em ji aliyê xwe ve dibêjin, divê destdirêjî û gefên Dewleta Tirk rawestin û ji bo siberoja herêmê, biryar a gelê herêmê ye ne yan aliyên derve ye.
Ji ber ku QSD’ê û pêkhetyên herêmê şerê xwe li dijî DAIŞ’ê didomînin û gelek qurbanî dan,divê hebûna wê li ser erdê hebe û divê ew jî bi hemû aliyên Sûrî re li ser masya diylogê be da ku siberoja giştî Sûriyê destnîşan bike, em piştgiriya vê yekê dikin”.

 

Ev şande hîna li herêmê ye.

Hevdîtin bi Rêveberiya Xweser û MSD’ re jî kiribû.

Ji xwe di civînên wan ê navborî de, mijara DAIŞ û darizandina wan weke rojevek serek cihê xwe girt..

Di daxuyaniya çapmerniyê ya berî du rojan li Qamişlo jî, şandeya birîtanî teqez kir ku, ew û Rêveberiya Xweser têkildarî darizandina DAIŞ’iyan de, xwedî heman fikir in..

 

Leave a Reply

Back to top button