Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê lihev civiyan.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo karûbarên aborî Fuad Hisên duh gihiştin Hewlêrê.
Duh êvarî Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî lihev civiyan.
Di hevdîtinê de Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê, Cîgirê Serokê Herêmê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê û çend rayedarên din ên hikûmeta Herêma Başûr amade bûn.
Di civînê de pêşniyarqanûna bûdceya 2020’an a Iraqê, pirsgirêkên di navbera Herêma Başûr û Bexdayê de, û madeya 140 a herêmên ji derveyî îdareya Başûrê Kurdistanê mane hatinr nîqaşkirin.