NASIR YAGIZ Û HERÊM MEHMÛD SERDANA ÇALAKIYA DAYIKÊN MEXMÛRÊ KIRIN

Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li ber benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 18 roj li pey xwe hişt.
Nasir Yagiz û Herêm Mehmud serdana dayikan kirin û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin.

 

63 roj in kampa Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve dorpêç kiriye.

Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar 18 roj in di çalakiyê de ne.

Endamê Meclîsa Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê Nasir Yagiz û Endezyar Herêm Mehmud serdan çalakiya dayikan kirin û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin.

Hêjayî bibîr xistinê ku Nasir yagiz 187 rojan û Herêm Mehmûd 91 rojan li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan di greva birçîbûnê de mabûn.

Herweha Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok ku ew jî li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan 126 rojan ketibû grevan birçîbnê ya bê dem û bê dorveger de, ji bo piştgiriya dayikên aştiyê beşdarî çalakiyê bûye û li cihê çalakiyê berxwedana xwe berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button