Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer amadekariyên lidarxistina kofransa xwe ya 2. dike.
Rêxistinê banga tevlîbûna konfransê li tevahiya jinan kir.
Konferansa 2. a Jinên Ciwan ên Têkoşer wê di 9’ê Mijdarê de li Otela Mem û Zîn a li Silêmaniyê, were lidarxistin.
Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şinyar Kerîm derbarê amadekariyên konferansê de axivî û got:
Em ê ji bo beşdarbûna konferansê li gel hejmarek jinên ciwan û rêxistinan bicivin.
Şinyar Kerîm da zanîn ku armanca wan ji organîzekirina konferanseke bi vî rengî û di vê demê de, çareseriya ji bo zêdebûna pirsgirêkên civakî û bi taybet şideta li ser jinên ciwan e.
Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şinyar Kerîm detnîşan kir ku ew ê bi reng û dengê xwe beşdarî konferansê bibin û bang li tevahiya jinan kir ku beşdarî konfransê bibin.