HIKÛMETA AKP-MHP’Ê ŞAREDARIYA NAVÇEYA GOGSIYÊ JÎ DAGIRKIR

Li bakûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî vîna gel didome. Hikumeta AKP-MHP’ê Hevşaredara navçeya Gogsiyê ya bajarê Erzoromê Melîke Goksû ji erka wê avêt û qeyum erkdar kir.

Îro wezareta karê hindir ya dewleta tirk, bi hinceta ku cezayê hepsê yê hevşaredara navçeya Gogsiyê ya bajarê Erzoromê Melîke Goksû lê hatiye birîn misoger bûye û têkiliya wî bi terorê re heye ji erk avêt.

Li şûna Hevşaredara Gogsiyê ya Erzîromê Melîke Goksû qeymeqamê Tirk Mesût Tabakcigolû weke qeyûm hate erkdarkirin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye Melîke Gogsu di hilbijartinên 31’ê Adarê yên şaredariyan de, bi rêjeya ji sedî 62 ji gel deng girt û li hemberê namzetê AKP’ê bi ser ket.

Dema ku Melîke Goksu ji bo namzetiya şaredariyê serlêdan kir li gor qanûnên dewleta Tirk pirsgirêka wê ya terorê nînbû.

DARBEYA AKP’Ê YA LI DIJÎ VÎNA GEL
HDP’Ê LI DIJÎ DAGIRKIRINA ŞAREDARIYAN BANG KIR

Li dijî van kirinên bêhiqûq HDP’ê li gelek bajar û navçeyan, li dijî erkdarkirina qayûman ji şaredariyên Pirsûs û Qereyaziyê re çalakî lidar xist , daxuyanî dan çepemeniyê û got:

“Em ê li hemberî êrîş û polîtîkayên desthilatdariyê serî netewînin.”

 

Leave a Reply

Back to top button