PARÊZER WÊ PARASTINÊ BIKIN Û BIRYAR WÊ PIŞT RE WERE EŞKEREKIRIN

Danişîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li 16’emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê tê dîtin. Parêzeran got ew ê parastinê bikin û biryar pişt re wê eşkere bibe.

Danişîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş îro li 16’emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê tê dîtin.

Demîrtaş ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin dosyeyên lêpirsînên derbarê wî de ji bilî yekê hemû di dozekê de hatibûn komkirin.

Doz ji Amedê bi hênceta “ewlehiyê” birin Enqereyê.

Doz li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome.

Ji bo berdanê parêzeran serî li dadgehên herêmî dan. Hemû serlêdan hatin redkirin.

Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Lê Dadgeha Destûra Bingehîn bersiv neda serlêdanê.

Li ser vê yekê parêzeran dosyeya Demîrtaş birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û serlêdan kirin.

Piştî serlêdana Dadgehê ji doza duyemîn a Demîrtaş jê dihat darizandn biryair derket.

Dadgehê di 7’ê îlona 2018’an cezayê hepsê li Demîrtaş û parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder birî.

Dadgeha Stenbolê 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birî.

Dadgeha Îstînafê cezayê Demîrtaş erê kir.

Di vê navberê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê girtina Demîrtaş neheq dît û ji Tirkiyeyê xwest Demîrtaş tavilê were berdan.

19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaza dadgehê red kir û xwest girtî bimîne.

Parêzerên Demîrtaş li ser vê yekê ji bo doza Demîrtaş dîsa were lêkolînkirin di sibata 2019’an de serî li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dan.

Hikumetê daxwazname da û xwest dadgeh ji nû ve biryara binpêkirinê binirxîne.

Daîreya Mezin a dadgehê wê îro dosyeya Demîrtaş carek din binirxîne.

Li gorî agahiyên parêzeran dan, dê di danişînê de parastina miwekîlê xwe Demîrtaş bikin û biryar jî pişt re dê were eşkerekirin.

Leave a Reply

Back to top button