Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 5 şêniyên Efrînê revandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku duh çeteyên El-Emşat 4 sivîl ji gundê Senerê yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê revandin.
Navên kesên hatine revandin, wiha ye:
Elûş Mihemed Cirko, Şîfar Mustefa Sado, Zîbar Elî Elo û Henan Mihemed Ehmed.
Çavkaniyekî din ji navçeya Mabata diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk duh sivîlê bi navê Henan Mihemed Şêx Seydî yê ji gundê Şêxotka yê navçeya Mabata revand.