LI SERÊ KANIYÊ ŞERVANÊ YPG’Ê XALID XILÎ  HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Xalid Xilî li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kir.

Şervanên YPG’ê Xalid Xilî bi nasnav Şoreş Serêkaniyê 16’ê Îlonê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li Serêkaniyê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Serê Kaniyê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, QSD’ê û malbata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn îşaret bi rola şehîdan di bidesxistina destkeftiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Xalid Xilî bi sloganên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button