LI IRAQÊ HIKÛMETA NÛ HAT AVAKIRIN

Adil Ebdulmehdî 21 namzetên kabîneya nû pêşkêşî parlamantoya Iraqê kir, parlemento jî 14 wezîr erê kir.

Wezîrên hatin pejirandin jî li parlementoyê sonda yasayî xwarin.

Di rûniştina şevê din de du wezaretên ku di kabîneya nû de ji bo PDK’ê hatine dayîn jî hatin erêkirin.

Wezîrê Darayî Fûad Hisên û wezîrê Çavkaniyên Avdanî û Niştecihkirinê jî Bengîn Rêkanî hatin diyarkirin.

Wezareta Koç û Koçberan jî di kabîneya nû de ji bo Kurdan hatiye dayîn, lê ji ber PDK dixwaze ji bo wan be û YNK jî li dijî vê ye di rûniştina şevê din de zelal nebû.

Bi vî awayî YNK Xalid Şiwanî ji bo wezareta Koç û Koçberan diyar kiriye û PDK jî dixwaze Newzad Hadî weke namzet nîşan bide.

Lê ji ber di nava xwe de safî nekirine heya niha jî nazmetek fermî ji bo Koç û Koçberan nehatiye nîşandan.

Leave a Reply

Back to top button