ÇETEYÊN DEWLETA TIRK GUNDEWARÊ HEMAYÊ TOPBRAN KIR

Şer û topbaran li herêmên ‘Bêçek” berdewam in û çeteyên dewleta Tirk bi dehên topan gundê Resîf li gundewarê Hemayê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi dehên topan gundê Resîf yên di bin destê rejîma Sûrî de li gundewarê Hemayê topbaran kir.

Her wiha rejîma Sûrî jî herêmên Om Sêr, Termela, Me’eret Zêta, Şêx Mistefa û Nuqêr li gundewarê Idlibê yê Başûr topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku topbaran li gundewarê Hemayê jî hebû û rejîmê bi moşekan herêma Hiwêca li Sehil Xab li bakur-rojavayê Hemayê kir armanc.

LI NÊZÎ BAJARÊ IZAZÊ TEQÎNEK RÛ DA, ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li aliyekî din Çavdêriyê da xuyakirin ku li gundê Neda li nêzî bajarê Ezazê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin bombeyeke çandî hat teqandin.

Di encam de zarokekî jiyana xwe ji dest da û sivîlekî din birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button