EMERÎKA ROPERT O’BRIEN BÛ ŞÊWIREMENDÊ NÛ YÊ EWLEHIYA NIŞTÎMANÎ

Piştî dûrxistina John Bolton ji karê wî, Serokê Emerîkayê Donald Trump şêwirmendê nû ya ewlehiya nîştimanî diyar kir.

 

Donald Trump ragihand ku nûnerê serokatiyê yê karên girtiyan Robert O’Brien bû şêwirmendê nû yê ewlehiya nîştimanî.

O’Brien li şûna John Bolton ê ku îstîfa kiriye, hat erkdarkirin.

Trump di twitteke li hesabê xwe de di roja çarşemê de ragihand:

Ez kêfxweş im ku Robert O’Brien ê ku niha karê nûnertiya serokatiya serkeftî ya karên girtiyan li wezaret derve dike, ragihînim ku bû şêwirmendê nû ya ewlehiya nîştimanî.

Trump anî ziman ku ”ez bawer im ku şêwirmendê nû ya ewlehiya nîştimanî ya Emerîkayê dê xebatekî baş pêk bîne.”

Trump şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya berê ji nêzî hefteyekê ve agahdar kir ku xizmetên wî di Koşka Spî êdî bi kêr nayên û lê zêde kir ku ew û gelek rayedarên dîtir bi gelek pêşniyarên Bolton re bi nakok bûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button