Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK 18. civata xwe ya giştî pêk tîne.
Civat wê 26-28’ê, Cotmehê li Hollanda bi beşdariya zêdetirî 300 endam û mêvanan pêk were.
Nûnerên partiyên siyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetên ji her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat wê tevlî Civatê bibin.
Rewşa siyasî û bûyerên dawî yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin wê di civînê de bi berfirehî werin nirxandin.
Hevseroka KNK’ê Nilufer Koç li ser armanc û naveroka civata giştî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
Nilufer Koç bal kişand ser tifaq û yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û got:
Gelê Kurd êdî siyaseta parçebûyî û bê-tifaqiyê napejirîne.
Ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd, divê hemû aliyên siyasî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.
Me weke Kongreya Neteweyî projeyek amade kiriye û em ê pêşkêş bikin.