5 sivîlên din di warê hovîtiya Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê hat revandin.
Xelkên navçeya Şiyê diyar kir ku, çeteyên Dewleta Tirk doh, 4 şênî ji gundê Senerê revandin.
Li gorî wan kesên bi navê “Mihemed Henan Eşwanî, Hesen Ehmed Soro, Ebdo Mihemed Ehmed û Kemal Xelîl Mehmûd.”
ber bi cihekî ne diyar ve hatine revandin.
Berî wê jî 4 sivîlên din i heman gundî hatibûn revandin.
Her wiha ji Cindirêsê hat ragihandin ku, çeteyan, şêniyê bi navê Hisên Elî Hesen ê ji bajarokê Cindirêsê ji beriya meh û nîvekê hatiye revandin û çarenûsa wî ne diyar e.
Ehmed Mustefa Cindî jî yê ji heman navçeyê, ev çend ev çend roj in hatiye revandin.