PENTAGON: PIŞTGIRIYA QSD’Ê WÊ DEWAM BIKE Û AGAHIYA TIRKIYÊ BI VÊ YEKÊ HEYE

Pentagona Emerîkî ragihand ku, wê hevkariya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam bike.
Pentagonê di heman demê de idia kir ku, ihtîmala êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî kêm bûye.

Berpirsê Kom kar a ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di Pntagonê de Chrîs Maîer destnîşan kir ku wê hevkarî û piştgiriya Emerîka ji bo QSD’ê di warê şerê li dijî DAIŞ’ê dewam bike.

Ji bo dayina çekan ji QSD’ê re, berpirsê Pentagonê got, wê dayina çekan bidome û agahiyên Tirkiyê ji vê piştgiriyê heye.

Lê belê, hemwextî vê têkoşînê gefên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk li ser herêmê zêde dibin.

Ji lewre aliyên leşkerî yên herêmê destnîşan dikin ku, hewldanên Tirkiyê alîkariyê dide DAIŞ’ê.

MEKANÎZMEYA EWLEKARIYÊ
PENTAGON DIBÊJE IHTÎMALA ÊRÎŞA TIRKIYÊ KÊM BÛYE

Ji ber vê çendê, berpirsê Pentagonê idia kir ku, ihtîmala êrîşê kêm bûye.

Vê yekê dispêre mekanîzmeya Ewlekariyê li ser sînor û di kongreya çapemeniyê dibêje, pêkanîna dewriyeyên hevbeş ji bo astengkirina êrîşa Tirkiyê ye.

Di heman wextê de, ji bo ewlekariya QSD’ê ye.

Chrîs Maîer balê dikişîne ser vekişîna YPG’ê û destnîşan dike ku, ev yek wê valahiyek ewlekariyê çêbike, ji lewre, ji bo bidawîbûna xeteriyê divê hevîdtin bi Tirkiyê re bên kirin.

Leave a Reply

Back to top button