ZELAL CEGER: ARMANCA DEWLETA TIRK NE PARASTINA SÎNOR E, FIREHKIRINA DAGIRKERIYÊ YE

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Zelal Ceger bi şêniyên Til Hemîs, rûspî û endamên saziyên civaka sivîl re civiya.
Zelal Ceger got:
Armanca dewleta Tirk ne parastina sînor e, firehkirina dagirkeriyê ye.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê têkildarî herêma parastina sînor û hewldana rejîma Sûrî ya derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de ji şêniyên navçeya Til Hemîsê re civînek li dar xist.

Zelal Ceger diyar kir ku rexmî ji bo parastina ewlehiya sînor mekanîzneya sê alî hatiye avakirin û dewriyeyên hevbeş dest bi karê xwe kirine, lê dewleta tirk dîsa îdiayên xwe ji bo parastin ewlehiya Tirkiyê û gefên xwe dubare dike.

Ev jî isbat dike ku armanca Erdogan ne parastina ewlehiya Tirkiyê ye.

Armanca Erdogan ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên Osmaniya nû parçekirin û dagirkirina Sûriyê ye.

ZELAL CEGER: HERŞANDEYÊN KU SERDANA ME DIKIN, SÎSTEMA ME DI ECIBÎNIN Û PIŞTGIRIYA XWE RADIGÎNÎNIN

Her wiha Zelal Ceger balkişand li ser tecrubeya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrî û got:

Di demên dawîn de gelek şandeyên biyanî serdana herêmê dikin.

Tevahî şandeyên tên ji rewşa ewlehiyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser û hevgirtina gelan bi awayekî baş dinirxînin û piştgiriya xwe ji sîstemê re tînin ziman.

ZELAL CEGER: EM ÇARESERIYEK SÛRÎ-SÛRÎ DIXWAZIN, LÊ REJÎM HETE NIHA NIYETEK BAŞ NÎŞAN NEDAYE

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger derbarê çareseriya aloziya Sûrî û helwesta Rejîmê ev tişt anî ziman:

Hikumeta Sûriyê li êdî ji rêveberiyê bê par maye û biryar ne di destê wê de ye.

Rêjîma Sûrî heta niha nikare rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî qebûl bike.

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser gelek cara banga diyalog û çareseriyê kir lê heta niha Rejîma Sûrî niyetek baş nîşan nedaye.

Leave a Reply

Back to top button