DAYIKÊN MEXMÛRÊ JI SEROKKOMARÊ IRAQÊ RE NAMEYEK NIVÎSKÎ ŞAND

Ev 64 roj in dorpêç li ser Wargaha Mexmûrê didome.. Li dijî vê dorpêçê jî çalakiya dayikên aştiyê ev 19 roj in dewam dike . Li ser navê dayikên Mexmûrê Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, ji serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke şand. Hevşaredara Mexmûrê bang li Berhem Salih kir ku ji bo bidawîanîna dorpêçê demildest bikeve nav tevgerê. 

Ev 64 roj in dorpêç li ser Wargaha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) Mexmûrê didome.

Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li benda kontirola PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 19 roj in li dar e.

Hevşaredara Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan ku ew jî bi dayikan re di çalakiyê de ye, ji Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke şand.

Hevşaredara Wargeha Mexmûrê di nameya xwe de wiha got:

Ev 2 meh in li ser wargeha Mexmûrê dorpêç û tecrîdeke aborî, mirovî û ewlehî hatiye danîn.

Gelek caran hewldan û serlêdanên me yên hevdîtina dezgehên pêwendîdar ji bo çareseriyê hatin çêkirin.

Lê belê heta niha ji me re ti bersiv nehatiye dayîn.

Ev dorpêça li dijî mafê mirovan e.

HEVŞAREDARA MEXMÛRÊ LEYLA ARZÛ ÎLHAN:
JI BO DI DEMILDEST DE DORPÊÇA LI MEXMÛRÊ RABE, BIKEV NAVA HEWLDANAN

Di nameyê de Îlhan balkişand ser sekin û helwesta şêniyên wargehê ya bi biryar û wiha anî ziman:

Berê ev rêbaz hatine ceribandin, ti zext, dorpêç û tecrîd, nikarin gelê wargehê ji riya wan vegerînin.

Hevşaredara Wargeha Mexmûrê di dawiya nameya xwe de banag li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kir ku demildest ji bo dawîlêanîna dorpêçê bikeve nav tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button