KAWA MIHEMED: HDP JI BO MAFÊ HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ TÊDIKOŞE

Sekreterê Giştî yê Hizba Komînîst ya Kurdistanê Kawe Mehmud diyar kir ku ku HDP daxwaza mafê gelê Kurd yê her çar beşên Kurdistanê dike. 

 

10’ê Îlonê şandek HDP’ê û KCD’ê serdana Başûrê Kurdistanê kirin.

Sekreterê giştî yê Hizba Komunîst ya Kurdistanê Kawe Mehmud jî derbarê naveroka civîna hizba wan a bi şanda HDP û KCD’ê re axivî û got:

Me di civînê de behsa rewşa li Rojhilata Navîn her wiha mafê rewa yê gelê Kurd kiriye.

Li gorî me pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê divê bi rêzgirtina li îradeya gelê Kurd were çareser kirin.

Her wiha pêwîstiya vê jî bi peywendiyên asayî yên di navbera hemû aliyên Kurdistanê de heye.

Kawe Mehmud balkişand li ser rola hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî û wiha anî ziman;

Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de aştiyekê ava bike.

Leave a Reply

Back to top button