Şandeyeke Danîmarkayê serdana Bakur û Rojilatê Sûriyê kir û bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.
Di civînê de rewşa li herêmê, beyannameya Rêveberiya Xweser û şerê li dijî DAIŞ’ê hatin nirxandin.
Piştî civînê jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê bo şandeya Danîmarkayê hatin radestkirin.
Pêncşema borî şandeyeke Danîmarkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şande ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve her du aliyan rewşa Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin.
Xalid Îbrahîm-Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve
Xalid Îbrahîm diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser ji hêla gelek aliyên siyasî, civakî û hêzên navneteweyî ve erênî hat nirxandin û got:
Xalid Îbrahîm: Beyannameya Rêveberiya Xweser xwedî armancên nîştimanî ye
“Beyanname ji rêgez û armancên nîştimanî pêk tê.
Li gorî beyannameyê, divê tevahî gelê Sûriyeyê beşdarî diyalogên bi armanca dîtina çareseriyê ji aloziyê re bibin.”
Îbrahîm îşaret bi girîngiya hevkariya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir û diyar kir divê hikumetên dewletan welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de.
Nicholas Harris: Têkildarî kampan em ê piştevaniyê dewam bikin
Nûnerê Danîmarka yê taybet bi şerê li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser Nicholas Harris jî pesnê tevgera di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de da ku Danîmarka yek ji endamên wê ye.
Harris ji ber fedakariyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê dane, spasiya QSD’ê kir û diyar kir divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam bike heta ku ewlehî li herêmê mîsoger bibe.
Nicholas Harris destnîşan kir ku Danîmarka dê têkildarî kampan piştevaniya xwe bi herêmên Rêveberiya Xweser re bidomînê û ji bo aramî li Sûriye û Iraqê pêk were dê projeyan pêşkêş bike.
Piştre şandeyê nameya Qiraltiya Danîmarka ya ji bo Rêveberiya Xweser radestî Daîreya Têkiliyên Derve kir.
Danîmarkayê di nameyê de spasiya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî dike û desteka xwe pê re nîşan dide.
Jinek û 2 zarokên DAIŞ radestî şandeya Danîmarkayê hatin kirin
Di dawiya hevdîtinê, Daîreya Têkiliyên Derve jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Danîmarkayê kirin.
https://youtu.be/soBxy1NaaxQ



