ŞANDEYA HEVBEŞ YA ALMANÎ-FRANSÎ SERDANA RÊVEBERIYA XWESER LI EYN ÎSAYÊ KIR

Şandeyeke din îro li herêma bakur û rojhilarê sûrî ye.

Şandeyek hevbeş Almanî û Fransî payabilind serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Şandeyê destekdayîna xwe ji Rêveberiya Xweser re li ser asta siyasî û xizmetguzarî teqez kir.

Ji bilî şandeya Birîtanî, şaneyeke hevbeş a Fransa û Almanya gihîşt herêma Bakur û Rijhilatê Sûrî.

Şandeya hevbeş serdana navenda Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Eyn Îsa ye kir.

Şande ji nûnerên Wezareta Karên Derve ya Fransayê Eric Shaver û nûnera Wezareta Karên Derve ya Almaniyayê Cilmans Hatsh pêk tê.

Şande bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya û gelek mijarên girîng der barê destekdayîna bi Rêveberiya Xweser û darizandina çeteyên DAIŞ’ê re nîqaş kirin.

ŞANDEYA HEVBEŞ YA ALMANÎ-FRANSÎ: EM Ê DESTEKDAYÎNA RÊVEBERIYA XWESER DI ALIYÊ SIYASÎ Û XIZMETGUZARÎ DE BIKIN

Di dawiya civînê de Nûnerê derve yê Fransa daxuyaniyek ji çapemeniyê re da û wiha got:

Em li vir in da ku rewşa ewlehiyê li vir bişopînin û alîkariya mirovî pêşkêş bikin.

Em ji bo pêşkêş kirina alîkariyan ji bakur û rojhilatê sûrî re dilxweş in.

Îro me hevdîtin bi berpirsên li Eyn Îsa re pêk anî, da ku projeyên cuda nîqaş bikin û ji wan re şîrove bikin.

Her wiha me serdana Reqayê kir, em bi projeyên nû ku li Reqayê pêk hatine matmayî man.

Nûrnerê Fransyaê diyar kir ku armanca sereke ji serdanê wan, ji bo nîqaşkirina hemû projeyên destekkirina mirovî ye.

Leave a Reply

Back to top button