MAZLÛM EBDÎ: ERDOGAN MÎNA KU LIHEVKIRINEK NÎNE DIAXIVE

“Em ti carî bi zextan gavan navêjin..”
“Em li gorî lihevkirinan tev digerin..”
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi van gotinan bersiv da gefên Dewleta Tirk.
Ebdî her wiha teqez kir ku, daxwazên Dewleta Tirk ên bicihkirina penaberan li ser erdê hindekî din, ti carî nayê qebûlkirin.
Mazlûm Ebdî gefên Dewleta Tirk dispêre lihevkirina bi Rûsya û Îranê û teqez dike ku, ev alî hewl didin hêzên xwe derbasî Reqa û Dêra Zorê bikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku, me û Tirkiyê xalên herêma parstina sînor qebûl kiriye.

Fermandarê Ebdî di hevdîtenekê li gel ajansa Firatê, gefên Erdogan ên piştî lihevkirinê bibîrxist û destnîşan kir ku, balkêş e Erdogan mîna ku lihevkirin tine ye tev digere û zimanê wî hatiye guhertin.

Lê bi qasî tê zanîn, lihevkirin çêbûye û ketiye pratîkê.

MAZLÛM EBDÎ: ERDOGAN TENGAV BÛYE; DIBE KU ŞER JI BO XWE WEKE ÇAREYÊ BIBÎNE

Têkildarî pirsa gelo hûn siyaseta Erdogan li herêmê çawa dibînin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê vê bersivê dide:

“Erdogan li ser du benan dilîze.
Li eliyekî soz daye Emerîka û li aliyekî soz daye Rûsya.
Ew di rewşeke tengav de ye.
Siyaseta wî xetimî ye.
Ji ber wê şer weke çare ji xwe re dibîne.”

Fermandar Mazlûm Ebdî teqez kir ku, wan her kes agahadar kiriye, QSD’ê bi ferzkirinan gavan navêjin.

Eger lihevkirin hebe, divê ew jî gavan bavêjin.

MAZLÛM EBDÎ: DAXUYANIYÊN WAN GELEKÎ TALÛKE NE, EM TU CARÎ QEBÛL NAKIN

Tê zanîn ku, Serokê AKP’ê Erdogan, di vê demê de, behsa bicihkirina sê milyon penaberên Sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dike û bi wê aramncê herêma Ewle dixwaze..

Têkildarî vê jî Fermandarê QSD’ê aramncên Erdogan ê niha bi rewşa li Efîrnê ve girê da û destnîşan kir ku, aramnca wî parçekirin û guhertina demografîk e..

Mazlûm Ebdî hewlesta xwe li ser mijarê bi vî awayî anî ziman..

“Kî ji kur koçber bûye, divê vegere wê derê.
Ji bo vê jî pêwîstiya agirbestê heye.
Daxwazên Erdogan ên koçberkirina xwediyê erdê û guhertina demografîk mîna li Efrînê, nayên qebûlkirin.”
MAZLÛM EBDÎ: RUSYA Û ÎRAN PIŞTGIRÎ DIDE TIRKIYEYÊ DA KU BIKEVE BAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Berî çend rojan jî, civîneke sêalî navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Enqere pêk hat.

Li gorî dezgehên ragihandinê wê demê, hin ziraviyên wê hevdîtinê nehatin ragihandin.

Fermandar Ebdî jî lihevkirinên navbera wan de nirxand û teqez kir ku, Dewleta Tirk niha bi zexta Îran û Rûsya gefan dixwe.

Ev herdû alî û bi lihevkirina bi Tirkiyê re, dixwazin şer derkeve û hêzên wan derbasî Reqa û Dêra Zorê bibin.

MAZLÛM EBDÎ: HEVDÎTINÊN ME BI ŞAM Û RÛSYAYÊ RE DIDOME

Fermandrê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî her wiha behsa diyaloga bi Şamê re jî kir û got hevdîtinên me, Rûsya û Rêjîmê didomin.

Em dixwazin pirsgirikên xwe yên bi Şamê re bi rêya diyalogê çareser bikin.

Leave a Reply

Back to top button