ŞANDEYA BIRÎTANÎ: EM Ê DASTEKADAYÎNÊ BI RÊVEBERIYA XWESER RE BIKIN

Şandeya Birîtanî di çarçoveya serdanên xwe de îro serdan partiyên siyasî, TEV-DEM’ê û Meclisa jinan kir.Şandeyê di serdanên xwe de soza pêşkêş kirina alîkariyan da û diyar kir ku tecrûbeya rêvberiya xweser çareseriya aloziya sûriyê ye. 

Şandeya Birîtanî ji 16’ê Îlonê ve li bakur û rojhilatê sûrî ye.

Şandeyê îro li buroya têkiliyên derve ya Rêveberiya xweser bi partiyên Siyasî yên li bakur û rojhilatê sûrî re civiya.

Endamê Parlenemtoya Birêtanî yê Partiya Karkeran Lloyd Russell Mouille di civînê de axivî.

Mouille balkişanda li ser tekoşîna gelê herêmê li dijî DAIŞ’ê û diyar kir ku cîhan bi tevahî deyndarê herêmê ye ji ber ku teror nehiştin belav bibe.

Mouille destekdayîna xwe ji rêverberiya xweser re diyar kir û wiha anî ziman:

Em ê danûstandinên xwe bi aliyên siyasî re dewam bikin.

Em ê ji bo nûnertiya pêkhateyên herêmê di hemû xebatên siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, destekê bidin.

Nûnerên partiyên siyasî jî destnîşan kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser bikin mînaka çareseriya aloziyê ya ku mafê hemû gelê Sûriyê misoger dike.

ŞANDEYA BIRÎTANÎ: JI BO PÊŞXISTINA SAZIYAN EM Ê DANÛSTANDINAN BI TEV-DEM’Ê RE BIKIN

Piştre şandeya Birîtanî serdana navenda TEV-DEM’ê kir û bi hevserokên wê re civiya.

Şandeyê diyar kir ew destekdayînê dide hemû saziyên TEV-DEM’ê.

Her wiha wê danûstandina bi saziyên TEV-DEM’ê re bikin da ku ji tecrubeya wan sûdê bigirin.

 

ŞANDEYA BIRÎTANÎ: SERKEFTINÊN JINÊN HERÊMÊ BALA MIROVAN DIKŞÎNIN

Her wiha şandeyê serdana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî kir.

Şandeyê destnîşan kir ku serkeftinên jinên herêmê pêk aniye bala mirovan dikişîne.

Şandeyê teqez kir tiştê ku li herêmê dîtin ji Parlamentoya Birêtanya û hemû aliyên siyasî û civakî li Birîtaniya veguhezin.

 

ŞANDEYA BIRÎTANÎ: DIVÊ BIRÎTANIYA PIŞTGIRIYA HEBÛNA QSD’Ê DI SIBEROJA SÛRIYÊ DE BIKE

Şandeyê bi Rêveberiya Xweser û MSD’ê re jî civiyabû û diyarkiribû ku, divê civaka navdewletî mekanîzmeya ewlekariyê biparêze.

Di hevîtina li gel QSD’ê jî Şandeyê got, divê hebûna QSD’ê di siberoja Sûriyê de were prastin, ji ber ku van hêzan qurabniyên mezin dane..

Her wiha di daxuyaniya hevbeş a bi rayedarên Rêveberiya Xweser a berî 3 rojan li Qamişlo jî teqez kir ku ew û Rêveberiya Xweser têkildarî darizandina DAIŞ’iyan de, xwedî heman fikir in..

Leave a Reply

Back to top button