GUTERRES GIHANDINA LIHEVKIRINA DESTÛRÊ RAGIHAND

Sekretêrê Giştî yê Netewên Yêkbûyî Antonio Guterres ragihand ku aliyên Sûriyê li ser avakirina komîteya amadekirina destûra nû li hev kirine.

Antonio Guterres duh di civîneke çapemeniyê li navenda NY`ê li New Yourkê axivî.

Guterres got:

Niha hemû alî ji bo amadekirina komîteya destûrî dixebitin.

Em hêvî dikin ku di demeke nêz de ev komîte dest bi karê xwe bike.

Tevî teqezkirina berpirsê navneteweyî di beşdarbûna hemû aliyan di forma destûr de.

Lê Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî di komîteya destûrî de hatine dûrxistin.

Rêveberiya Xweser dibêje ku dûrxistina wan ji forma destûra nû de rê dide ku ev destur ne demokratîk be.Der barê avakirina komîteya destûrê, nakokiya di navbera opozisyonê û hikumeta Sûriyê jî didome.

Leave a Reply

Back to top button