EMÊ JI BO PÊKANÎNA NETEWA DEMOKRATÎK HÎN ZÊDE TÊBIKOŞIN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvgera 16`emîn a damezrandina partiyê xwe de, soza nûkirina bi girêdana pêkanîna projeya netewa demokratîk û biratiya gelan, da.

PYD di 20’ê Îlona 2003`an de hate avakirin.

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya 16’emîn salvegera partiya xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

PYD’ê di destpêka daxuyaniya xwe de endamên damezrêner ên ku di rêwîtiya têkoşîna partiyê de şehîd bûne bibîranî û got:

Wan ji bo civakekî exlaq û polîtîk avabikin gelek berdêl dan.

Ji ber ku gelê bi rêxistinkirî encax dikare xwe rêvebibe.

Çareseriya pirsgirêka Kurd di Sûriyeke demokratîk de ye. Ji ber vê jî partiya me xeta sêyemîn a ku xwe dispêre ser enerjî û derfetên gel ên xweser, hilbijart.

Lewra civaka me bû, dozeke sereke li herêmê û pêşenga civakên rûmetxwaz ên Rojhilata Navîn.

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de, diyarkir ku ewê di sala 17’emîn de ji bo pêkanîna netewa demokratîk û pêkanîna xeyalên şehîdan xebatên xwe hîn bi hêztir bikin.

Leave a Reply

Back to top button