DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ AGIR BI DARISTANA MABATAYÊ XIST

Di nav rêzebinpêkirinên dewleta Tirk a dagirker de û çeteyên wê li Efrînê, duh dagirkeriyê agir bi daristana Mabatayê xist.

Çavakniyên herêmî ji ajansa me re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên duh êvarî agir bi daristana navçeya Mabatayê xistin.

Şewat bi daristana li derdora gundên Rûta û Kaxirê ket.

Ji destpêka Tebaxê û heta hefteya yekemîn a meha Îlonê, çeteyên dagirkeriyê 300 darên daristanî li navçeya Mabatayê û darine din li gundê Rûta yê Şiyê, birîn.

Ji aliyekî din, jî çeteyên Lîwa 112 û Lîwaya 3’yemîn, zêdetirî hezar darên zeytûnê yên navçeya Mabeta şewitandin.

Li heman navçeyê li gundê Xazyana çeteyan zêdetirî 5 hezar darên zeytûnê birîn.

 

Li aliyekî din û di çarçoveya revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve artêşa Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Kawa Mihemed ê ji gundê Mamele yê navçeya Mabatayê revand.

Li gorî çavkaniyan Kawa Mihemed dema li ser bendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya li ser rêya gundê Amare yê di navbera navçeya Raco û Mabata de derbas dibû, hat revand.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan li beramberî serbestberdana Kawa Mihemed 200 hezar lîreyên Sûriyê ji malbata wî xwest bêyî ku cihê wî diyar bikin.

Leave a Reply

Back to top button