LI DIJÎ BENDEKÎ KONTROLÊ YÊ ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYEK PÊK HAT

Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke hêzên wan de li Efrînê hejmarek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Têkildarî çalakîyê Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

19′ Îlona 2019’an hêzên me bi bombeyeke çandî bendekî kontrolê yê dagirkeriya Tirk li Efrînê kir armanc.

Xezeba Zeytûnê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakî li taxa Mehmûdiyê pêk hat.

Di encama çalakiyê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn.

Xezeba Zeytûnê tekez kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyên wan heta rizgarkirina Efrînê berdewam bin.

Leave a Reply

Back to top button