LI MECLISA EWLEKARIYÊ DU AGIRBESTÊN BIBINKETÎ DER BARÊ IDLIBÊ

Rûsya û Çînê duh rê li ber ragihandina agirbestekê li Idlibê girt.
Duh li Meclisa Ewlekariya Navdewletî ji bo şerê li Idlibê pêşinyara ragihandja agibestekê li Idlibê kete dengdanê.
Lê ji ber ku ev agirbest çeteyêm li Idlibê jî di nava xwe de digire, Rûsya û Çînê Mafê Vîtoyê li dijî biryarê bikar anîn.

Der barê rewşa mirovî li Idlibê Kiwêt, Belcîka û Almaniyayê projeyek pêşkêş Meclisa Ewlekariya Navdewletî kir.

Ji bo gotûbêjkirina vê pirojeyê, duh pêncşemê Meclisa Ewlekariya Navdewletî civînek li dar xist.

Projeya ku hatî pêşkêşkrin jî Agirbeste li Idlibê bû..

Dewleteyên ku piştgiriya projeyê kirin.

12 DEWLETAN DESTEK DAN AGIRBESTEKE GIŞTÎ LI IDLIBÊ

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Birîtaniya, Firansa, Almaniya, Belcîka, Kiwêt, Sahil Ac, Bîro, Bolenda, Komara Domînîkan, Başûrê Efrîkayê û Endonosiya bûn.

Yên ku dengê xwe ne bi erê û ne bi na dan dewleta Gîniya bû.

Lê dewletên ku proje red kirin û Mafê Fîtoyê biar anîn Rûsya û Çîn bûn.

Baliyozê Rûsyayê li Meclisê Vazîlî Nebênziya diyar kir ku ”pirojeya hatiye pêşkêşkirin parastina terorîstên li Idlibê dike.”

RÛSYA AGIRBESTEK RED KIR Û AGIRBESTEKE DIN PÊŞKÊŞ KIR

Lewre li dijî vê pirojeyê Rûsya û Çîn pirojeyeke din pêşinyarî Meclisê kir.

Pirojeya Rûsyayê jî agirbesteke ku çeteyên li Idlibê nava xwe de nehewîne bû.

Lê ev piroje jî ji aliyê 9 endamên Meclisê ve hate redkirin.

Bibinketina civîna Meclisa Ewlekariyê di wextekî de tê ku binketina agirbestên ku li Idlibê hatbûn ragihand berdewam in û şer û topbaran bênavber dewam dike.

Beriya niha jî Rûsya piştgiriya xwe bi rejîma Sûrî re piştrast kiribû û tekez kiribû ku şerê wan li Idlibê li dijî çeteyên dewleta Tirk wê berdewam be.

Her wiha gelek caran Rûsyayê nepêkanîna agirbestekê li Idlibê bi piştgiriya dewleta Tirk ji terorîstan re girêdabû û dabû xuyakirin ku dewleta Tirk berpirsa hebûna terorîstên li IDlibê ye.

Leave a Reply

Back to top button