PYD BI AVABÛNA XWE RE RAMANÊN REWŞENBÎRÎ Û RONAKBÎRÎ ANÎN

16 sal beriya niha weke îro û di rojên ku herêm derbasî qonaxeke nû dibû Partiya Yekîtiya Demokratîk hat avakirin. Bi avabûnê re, reşkirin û astengiyan jî dest pê kir. Lê dîsa jî li ser hîmê Netewa Demokratîk têkoşîna xwe dewam kir.Partiya ku li ser destê komek rewşenbîr û xebatkaran hatî avakirin di nava 16 salan de çi kir ?

Partiyeke.. ji despêka derketina wê ve, navûdengiya wê ji aliyê dijberên wê ve û bi awayekî neyînî derbasî qada navdewletî bû.

Ji despêka derketina wê, xwestin şoreşa wê ya hişmendî tune bikin.

Em qala Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dikin, partiya ku bi avabûna xwe re, ramanên rewşenbîrî û ronakbîrî li ser astên civakbûyîn, çandî û hişmendî anîn.

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Îlona 2003’yan li Sûriyê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ava bû.

BERIYA PYD’Ê, PROPAGANDAYA ÎDYOLOJIYA DÛRÎ ÇANDA KURDÎ Û SÛRÎ DIHAT KIRIN

Di dema ku tevahî partî û rêxistinên heyî, propagandaya îdyolojî û rêgezên dûrî çanda gelê Kurd û yê Sûrî dikirin de, PYD ava bû.

Piştî nirxnadina rewşa li ser erdê, komek rewşenbîr û xebatkaran dîtin ku divê rewş were sererastkirin, û ji bo vê jî PYD ava kirin.

Avabûna PYD di demekê de hat ku herêm derbasî qonaxeke nû dibû.

Di wê qonaxê de gelek pêşketinên li ser asta herêmî û navdewletî rû didan.

DEMA AVA BÛ, PYD RÊBAZA ŞOREŞGERÎ STAND

Di wê qonaxê de standina rêbazeke şoreşgerî pir girîng bû.

Rêbazek ku xizmetî pirsgirêka Kurd û Sûrî bi riya guhartina demokratîk bike.

Ji despêka derketina wê, û li gel propagandayên reşkirinê li dijî wê, PYD rastî astengiyên giran û mezin hat.

RÊJÎMA BAIS BI HOVÎTÎ BI SER DE ÇÛ, PARTIYÊN HEYÎ JÎ PÊNGAVÊN REŞKIRINÊ LI DIJÎ WÊ MEŞANDIN

Rêjîma Baas bi hemû hovîtiya xwe bi ser endamên partiyên de çû, hebûna Kurd qebûl nedikir, zindan bi xebatkaran tije kirin.

Gelek rêberên xwe yên despêkê bûn şehîd: Şîlan Kobanî û hevalên wê, Osman Dadalî, Ehmed Hisên (Bavê Cûdî), Îsa Hiso û Xalid Gotî.

2011’an û bi despêkirina aloziya Sûrî re, tevlî Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM’ê bû, û li se bingeha Netewa Demokrat, xeta sêyemîn stand.

XETA 3’MÎN A KU DI ALOZIYA SÛRÎ DE BIJART, DEMOKRATÎKKIRINA ROJHILATA NAVÎN BÛ

Xeta ku armanca wê Rojhilateke Navîn a demokrat, aram, ewle û pêkanîna hevjiyaneke aştiyane navbera hemû pêkhateyan de bû.

Ji bo vê xeta sêyemîn a ku stand, li dijî rêjîma desthilatdar û qirker bû, di heman demê de jî tevlî opozisyona ku ji aliyê pilanên derve ve dihat ajotin û birêvebirin, nebû.

Ji bo yekîtiya netewî ya civaka Kurdistanê, hertim PYD xwediyê serpereştiyan bû û beşdarî hemû xebatên yekrêziya Kurdî dibû.

YEKEM PARTÎ KU SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ JI XWE RE BINGEH DIBÎNE

Mijara jinê cihekî wê yê cuda heye, ji bo parastin û pêşxistina deskeftiyên jinê, hertim dixebite.

Tîrmeha 2018’an ji bo birêxistinkirina xebata jinê kongreyek li dar xist.

Piraniya çavdêr û navendên lêkolînê teqez dikin ku PYD yekemîn partî di Sûriyê û di gelek dewletan de sîstema hevserokatiyê ji xwe re weke bingeh girtiye.

JI BO PERWERDEKIRIN Û BIRÊXISTINKIRINA CIWANAN, XEBATÊN MEZIN DIMEŞÎNE

Her wiha PYD girîngî da rola ciwanan di civakê û ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina wan xebatên bênavber dimeşîne û kongreyek bi armanca rêxistinkirina xebata wan li dar xist.

Di hemû xebat û çalakiyên PYD de, Efrîna dagirkirî jî rojeva sereke ye.

Leave a Reply

Back to top button