IBRAHÎM QEFTAN:EM BI GUMANIN KU ALOZÎ BÊ ÇARESERKIRIN

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku bidûrxistina nûnerên rasteqîn ji destûra Sûrî aloziyê çareser nake.

 

Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku siyasetên dûrxistina Rêveberiya Xweser ji qadên navdewletî û danûstandinê ji bo vedîtina çareseriya aloziyê berdewam in.

El-Qeftan teqez kir ku bê tevlîbûna rêveberiya xweser ji komîteya destûrî re, wê destûr nûnertiya gelê sûrî neke.

Eger şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdarî danûstandinan nebin, çareserî ne pêkan e.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan dirêjkirina aloziya sûrî bi dewleta Tirk ve girêda û ev tişt got:

Tirkiyê bi destwerdana xwe ji kar û barê sûriya re û binpêkirinên wê li Efrînê û xwedîderketina li çeteyên pirsgirêkek mezin e.

Tirkiyê doza paneberên sûrî bi kar tîne da ku herêmên bakur û rojhilatê sûrî dagir bike.

Leave a Reply

Back to top button