KOMXEBATA XWENDEKARAN LI ZANÎNGEHA ROJAVA YA BAJARÊ QAMIŞLO TÊ LIDARXISTIN

Komxebata xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi beşdariya 100 xwendekaran dest pê kir.

Komxebata xwendekaran li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamilo tê lidarxistin.

Di Komxebatê de rola xwendekaran di nava civakê de hêviyên civakê ji xwendekaran, heta kîjan astê nûnertiya rastiya civakê dikin.

Û pirsgirêk û zehmetiyên ku rastî xwendekaran tên û li pêş birêxistinbûna wan dibin asteng tên nîqaş kirin.

Destpêkê endamê Komîteya Amadekar Harûn Apoyî axivî û got:

Ev komxebat di demekê de ku erkeke mezin ji xwendekaran di serkêşiya civakê de û berdewamkirina şoreşa wê tê xwestin, li dar dikeve.

Ji ber ku herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Divê her kes xwe li ser vî esasê bi rêxistin bike.”

Komxebata xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşên beşa yekemîn didome.

Tê payin ku Komxebata xwendekaran 2 rojan dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button