Endeksa Aştiya Cîhanê ya sala 2023’an ku ji aliyê Enstîtuya Aborî û Aştiyê ve hatî amadekirin, Tirkiye di nava 163 welatan de di rêza 147’an de cih digre.
Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) ku navenda wê li Awisturalya ye, Endeksa Aştiya Cîhanê ya 2023’an eşkere kir.
Li gorî endeksê Tirkiye di nav 163 welatan de di rêza 147an de cih girt.
Tirkiye jî ev rêz bi Îranê re parve kir.
Di lîsteyê de piştî Tirkiye û Îranê, Koreya Bakur cih girt.
Tirkiye di kategoriya Ewropayê ya ku 36 welat tê de cih digire de cih girt.
Endeksa ku welatê “herî aram” wekî Îzlanda destnîşan dike, li ser 23 nîşanan pêk tê.
Di nav van nîşanan de; Faktorên wekî mirina di pevçûnên li navxwe û derveyî welat, rêjeya kuştinê, asta çekan, îxracata çekan, teror, aramiya siyasî û hejmara girtiyan hene.
Hate diyarkirin ku ji bilî hêzên mezin ên weke DYA, Rûsya û Çîn, aktorên herêmê yên weke Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Îranê niha zêdetir dixwazin li derveyî derdorên xwe yên nêzîk rol bilîzin.
Di raporê de ji polîtîkayên welatên weke Tirkiyê yên li herêmên xwe wiha hat gotin:
“Gelek hêzên naverast her ku diçe zêdetir tevlî pevçûnên li herêma xwe dibin.
Dibe ku ev meyl di 10 salên bê de jî de jî dewam bike.”
Di raporê de hat ragihandin ku îxracata çekan a Tirkiyê di sala 2022’an de ji sedî 72,7 zêde bûye û wiha hat gotin:
“Cihê stratejîk ê Tirkiyê li xaçerêya Ewropa, Rojhilata Navîn û Kafkasyayê Tirkiyê dike hêzeke bi bandor li herêmê.”
IEP: 2022’an lêçûnên leşkerî gihişt 17,5 trîlyon dolarî
Di çarçoveya endeksê de, lêçûnên aborî yên şerên çekdarî jî têne hesibandin.
Ev lêçûn di sala 2022 de gihîşt 17,5 trîlyon dolarî.
Ev yek ji sedî 13 ê tevahiya hilberîna navxwe ya welatan e.
Tirkiye bi 224,8 milyar dolarî di rêza 132yan de di warê “lêçûnên aborî yên tundiyê” de cih girt.
Ev dane par 128,2 milyar dolar bû.
Ji sala 1994’an û vir ve herî zêde mirin di sala 2022’an de pêk hatine
Her çiqasî li gorî endeksê şer di nava 9 salên dawiyê de kêm bûye jî lê di sala 2022’an de careke din zêde bûye.
Li gorî endeksa ku nîşan dide cîhan ev 9 sal in kêmek aram bûye, di sala 2022’an de li seranserê cîhanê hejmara kesên ku di şer de mirîn 238 hezar derbas kiriye.
IEP’ê diyar kir ku ji 1994’an ve ev daneya herî zêde e.



