ÇALAKIYA LI WANÊ DI ROJA 33’YAN DE YE

Li Wan û Mêrdînê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman di roja 33’an de didome.
Çalakgerên ku di çalakiyê de cihê xwe girtine gtin:
Qeyûm destpêkê destkeftiyên jinan dike hedef.

Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî dagirkirina şaredariyan di roja 33’an de didome.

Çalakî li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin.

Di roja 33’an de aktivîstên Tevgera Jinên Azad TJA’yê xwestin bimeşin.

Polîsan meşa jinan asteng kir û destûr neda rojnameger dîmenan bikêşin.

Jin tevî astengiya polîsan heta avahiya bajêr meşiyan.

Piştre li pêşiya avahiyê daxuyanî dan.

Aktivîsta TJA’yê Rojbîn Bor diyar kir ku erkdarkirina qeyûm dagirkeriye, zordarî û darbe ye.

NOBEDA DEMOKRASIYÊ YA MÊRDÎNÊ: HDP’Ê BÊDENG NEMA Û NAMÎNE

Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê jî di roja 33’yan e.

HDP’iyan heta ber parka Barişê meşiyan.

Li Parkê piştî çalakiya rûniştinê ya bi stran û çepikan Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî.

Kaçmaz got:

Beriya bi 3 salan jî qeyûm anîbûn ser şaredariyan.

Îro faşîzma AKP û MHP’ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê hêza xwe bi kar tîne.

 

Leave a Reply

Back to top button