HRE:LI EFRÎN Û MARE 8 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Mari li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariyê di van çalakiyan de 8 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe ragihand.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku hêzên wan 19’ê Îlonê li gundê Meryemîn yê Şerayê li komek çeteyên Tirkiyê xistin.

Di çalakiya sabotajê de 5 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin,

Çekek AK-47 û hejmarek ji belge û nasnameyên çeteyan jî ketin destê Hêzên Rizgariya Efrînê.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê êrîşî çeperên çeteyên Tirkiyê yên li derdora bajarê Mare kirin.

Di vê çalakiyê de jî 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Di heman rojê de navendekî çeteyên Tirkiyê li derdora çerxerêya Newroz a li navenda Efrînê jî bû hedefa hêzên rizgariyê.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku encama vê çalakiyê bi destê wan neket.

Leave a Reply

Back to top button