LEYLA GUVEN: ÇI JI ME WERE XWESTIN EM Ê BIKIN

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi malbatên kesên di dema êrîşên qirkirinê de li Cizîrê hatin şehîdxistin hevdîtin pêk anî.

Hevdîtin li avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, hevşaredarên navçeyê û gelek kes tevlî bûn.

Guven di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku berxwedana Cizîrê mohra xwe li dîrokê xistiye.

Her wiha Guven bal kişand li ser dagirkirina qeyûman û wiha got:

Qeyûm talanê dikin û niha bi komployan dest datînin ser şaredariyên me.

Em ti carî serê xwe li ber desthilatdariyê natewînin.

Ji ber vê yekê em dibêjin em tifaqa Kurd û Kurdistanî ava bikin.

Ya em ê tifaqa Kurdistanî ava bikin û bi ser bikevin ya jî wê lîstikên qirêj ên serdestan bidomin.

Êrîşên qirkirinê de li Cizîrê di navbera salên 2015-2016’an pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button