ROJNAMEGER Û NIVÎSKAR MÛSA ANTER LI CIHÊ KU HAT ŞEHÎDXISTIN HAT BIRÎANÎN

Bi pêşengiya Înîsiyatifa Çapemeniya Azad rojnameger, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, Musa Anter li cihê lê hatibû şehîd xistin hat bibîr anîn.

Rojnameger Musa Anter 20’ê Îlona 1992’an li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat şehîdxistin.

Rojnamegeran bi pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad bi tevlêbûna parlamenter, Hevserok, rêveberên HDP’ê Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad Rewşenbir û Rojnameger Musa Anter bi bîr anîn.

Rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk wêneyên rojnamegerên di salên 1990’an de hatin şehdîxistin hilgirtin.

Qurnefil û gul rakirin û li tenişta peyker Musa Anter bibîr anîn.

Di merasîma biranînê de gelek kes axivîn.

Kesên axivîne diyar kirin ku îro şagirtên Apê Mûsa li mîrate, hişmendî û xeta Apê Mûsa xwedî derdikevin û kevneşopiya wan berdewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button