IDLIBIYAN CAREKE DIN BANGA BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYA TIRK KIR

Îro careke din şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêran banga derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê kirin û berê xwe dan dergeha Bab El-Hewa ya sînorî.
Lê wekî her car çeteyên dewleta Tirk êrîşî xwepêşandêran kir û rê neda wan ku herin dergehê.

Roj bi roj hêrsa Idlibîyan li dijî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê zêdetir dibe.

Nemaze piştî ku Erdogan destê xwe kire destê Rûsya û ji ber hin berjewendiyên xwe Idlib û şêniyên li Idlibê firotin.

Îro dîsa bi sedan Idlibî daketin qadan û banga derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Sûriyê kirin.

Çavkaniyên herêmî ji Idlibê tekez kirin ku çeteyên dewleta Tirk rê neda xwepêşandêran ku ber bi dergeha Bab El Hewa ve biçin.

Şêniyên Idlibê meha borî jî piştî ku dewleta Tirkiyê gelek herêmên stratejîk radestî rejîma Sûrî û Rûsyayê kir, xwepêşandanek lidarxistin û derbasî xaka Tirkiyê bûn.

Her wiha wêneyê Erdogan şewtandin û li ser firotina Erdogan a Idlibê mukir hatin.

Ev hêrsa Idlibiyan di wextekî de hat ku beriya du rojan dewletên qaşo garantor li Enqereyê civiyan û li ser hesabê xwîna gelên Sûrî lihevkirinek îmze kirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button