Li bajarên dagirkirî yên Sûriyê, ne-aramî heye û çeteyan jiyana gel kirye dojeh.
Li Babê hin çekdaran kesekî lal gulebaran kirin.
Efrîn Post ragihand ku duh li Babê çekdarên girêdayî bazirganekî Hişbirê, kesekî lal bi navê Hesen Şawîş gulebaran kirin.
Tevî hebûna hêzên leşkerî çekdar ber bi cihekî nediyar ve, reviyan.
Derbarê rewşa Hesen Şawîş ti agahî nehatiye zelalkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmên dagirkirî binpêkirin, bikaranîna madeyên hişbir û sûcên li dijî welatiyên sivîl her berdewamin.



