ARTÊŞA LÎBYAYÊ BALAFIREKE KEŞFÊ YA TIRKIYÊ RÛXAND

Artêşa Lîbyayê balafireke keşfê ya Tirkiyê rûxand û erebeyên hikumeta Wîfaqê li başûrê Terablusê desteser kirin.

Tora Erebiye diyar kir ku artêşa Lîbyayê balafira keşfê ya Tirkiyê rûxand.

Her weha artêşê erebeyên hikumeta Wîfaqê li başûrê Terablusê desteser kirin.

Beriya hefteyekê berdevkê hêzên artêşê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku balafiran baregeha firandina firokeyan a li hundirê Fakulteya Asmanî ya li Misrata kiriye armanc.

He weha gotibû, wê şer di rojên pêş de gurtir bibe.

Berdevkê artêşa Lîbyayê tekez kir ku artêşê 3 firoke rûxandin û êrîşî bi dehan hedefên li derdora Serd, Ebu Necîm û Misratê kiriye, da ku baregehên sereke yên ku balafir jê radibin, birûxînin.

Ehmed Mismarî ji kanala El-Hedes re diyar kir ku Tirkiye û Qeter eşkere destwerdana şerê li Lîbyayê dikin û destekê didin terorîstan.

Leave a Reply

Back to top button