MEXMÛRÊ.. ÇALAKIYA DAYIKÊN AŞTIYÊ DI ROJA 21’Ê DE YE

Ev 66 roj in Wargaha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr di dorpêçê de ye. Li dijî vê dorpêçê çalakiya dayikên aştiyê jî 21 rojin li dar e.

Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li benda kontrola PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 21 roj in li dar e.

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan.

Dayik jî diyar dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button